image

Li bajarê Silêmaniyê, keça bi navê Sozê Dilşad ya 20 salî bi sedan biskilêt li parka Hewarî Şar li bin banekî xweşik û bi perdeyeke ji gulên binefşê hatiye xemilandin bi cih kirin.

Peyamnêra Spûtnîkê Sozê Dilşadê dît ku werzişvaneke berê ya tîma Iraqê ye û şampyona Iraq û ereban e bo 8 salan. Dilşadê ji me re behsa projeya xwe ya li bajarê Silêmaniyê daye destpêkirin kir.

Sozê Dilşad derbarê projeya xwe de wiha dibêje: "Min xwest projeya siwarhatina li biskilêtan pêk bînin ji ber ku jê hez dikin û ajovanek in û herwiha hez dikim ku keç biskilêtan biajon û têkevin jiyana werzişê.

Sozê di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku wan kariye cihê guncav û taybet peyda bikin ji bo wan kesên dixwazin biskilêtan biajon, ji ber gelek hene ku naxwazin biskilêtan li cihên giştî biajon ji tirsa ku qezayan bikin ji ber tirimbêlan.

Herwiha Werzişvana kurd diyar kir hinek biskilêtan nakiririn ji ber ditirsin werin dizîn û hinekên din hene ku nikarin biajon ji ber nerîna dijber ki ajotina biskilêtan li Herêma Kurdistanê.

Sozê Dilşada ku li bajarê Silêmaniyê xwendekara qonaxa sisiyan a fakûlteya werzişê û herwiha karmenda Daîreya Koçberî û Koçberan e diyar kir ku sedema cihekî dûrî tirimbêlan bijartiye ew e daku jin bêtirs û astengî û bi kêfcweşî biskilêtan biajon.

Ji aliyê din ve, Sozê diyar dike ku yek ji armancên projeya wê jî ew e ku xelkê teşwîq bike ku biskilêtan di jiyana xwe de bi kar bînin daku heytehût, qereblaixÎ û gemara tirimbêlan kêm bikin û jîngehê biparêzin.
Sozê destnîşan kir ku dixwaze biskilêtan bi kirê bide, ne ku bifiroşe û buhayiya kirêdana biskilêtan eşkere kir û got: Kirêya biskilêtekî bo nîv saetê 3 hezar dînarê iraqî ye û saetek jî bi 5 hezaran e û herwiha a rojane heye ku ajokar dikare biskilêt bo mehekê bi 100 hezar dînarî her rojê saetekê biajo.

Werzişvana kurd diyar kirku herwiha zarok û ciwana perwerde dike ku hînî ajotina biskilêtan bibe û buhayiya wê 50 hezar bo mezinan û 25 hezar bo zarokan.

Sozê 17 medalye di ajotina biskilêtan de bi dest xistin ku 2 ji wan zêrîn in û yên din jî zîv û bornz in. Herwiha wezişvana kurd her giringiyê didê ku her bi kincên xwe yên werzişê yên herî xweşik li cihê karî be.

Derbarê hejmara jinên ku tên li biskilêtan siwar dihên de, Sozê Dilşadê diyar kir ku gelek jin tên û tev li vê werzişê dibin.