image

PeyamaKurd - Fitbolîstê swêdî Zlatan Îbrahîmovîçê ku kariyera xwe ya fitbolê li DYAyê didmonîne, di kadroya tîma milî ya Swêdê ya Kûpaya Cîhanê ya li Rûsyayê de cih nagre.

Dîrektorê Tîma Fitbolê ya Swêdê Lars Richt li ser malpera fedarasyona fitbolê daxuyand ku roja sêşemê bi Zlatan Îbrahîmovîç re hevdîtinek kiriye û Zlatan jê re gotiye biryara xwe ya tîma milî neguherandiye. Yanî di Kûpaya Cîhanê de Îbrahîmovîç dê tune be.

Îbrahîmovîç beriya niha bilêv kiribû ku di organîzasyona Kûpaya Cîhanê de dê bilîze lê ji ber daxuyaniya rahênerê tîma milî yê Swêdê Janne Andersson ku gotibû ez Zlatan di kadroyê de nafikirim, Îbrahîmovîç jî ragihandibû ku bo vexwendinê li bendeyî telefona Andersson im.

​Ji aliyê din ve Îbrahîmovîç di bernameyek televîzyonê de daxuyandibû ku Kûpaya Cîhanê ya bêyî min ji organîzasyonê nayê hesibandin.