image

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê TFF cezayê disiplînê yê heta hetayê ku li ser fûtbolîzê Amed Sporê Denîz Nakî hatibû sepandin, daxuyaniyek weşand û got, ‘Deniz Naki hîn jî li gor tomarên fermî futbolîzê tescîlkirî yê AmedSporê ye.”

Federasyonê bal kişand ser nûçeyên mehek berê betalkirina peymana Deniz Naki û got, peymana Denîz Nakî heta 31ê meha 5an a 2018an berdewam dike û ji ber ku ti zanyariyek derbarê fesihkirina peymana wî de negihîştiye TFFê, ew hîn jî futbolîzê tescîlkirî yê AmedSporê ye.

Hêjayî gotinê ye, Denîz Nakî beriya niha bi demekê li Almanyayê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û herwiha ji ber daxuyaniyên xwe yên dijî şerê Efrînê jî federasyona futbolê cezayê menkirina heta hetayê ji futbolê dabûyê.

Nakî bi daxuyaniyekê bersiv dabû êrîş û cezayan û gotibû, ew êdî navegere Tirkiyê û ew dê her tim piştgirê aştî, azadî û mafên gelê xwe be.