image

Cîgirê parêzgarê herêma Rûsyayê Krasnodare Nikolay Doluda ragihand ku Stadyuma Fiştê ya ku dê mazuvaniya Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an bike amade ye.

Doluda ji rojnamegeran re axivî, "Ez dikarim bibêjim ku Stadyuma Fiştê ji bo Kupaya Cîhanê hema bê li ber qedandinê ye û amade ye. Rayedarên Komîteya Organîzasyonê û Federasyona Nevnetewî ya Futbolê (Kupaya Cîhanê ya 2018an) hin daxwaz û rîcayên wan ji me çêbûn, em dê di demeke kurt de wan jî binine cih."

Doluda ragihand ku daxwaz derbarê hejmara koltuxên nûnerên çapemeniyê de ye û axaftina xwe wiha domand:

"Divê em hejmara koltuxên tirîbûna çapemeniyê zêde bikin. Sala par jî me mazuvaniya 4 maçên Kupaya Konfederasyonê kiribû. Di Kupaya Cîhanê de jî em dê mazuvaniya 6 maçan bikin. Lewra em dixwazin zêdetir nûnerên çapemeniyê werin."

Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an di navbeyna 14 hezîranê û 15 tîrmehê li 11 bajarên Rûsyayê dê were li dar xistin: Moskova, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburg.