image

PeyamaKurd - Tîma KPMG Football Benchmarkê di rapora xwe ya "Elîtên Ewropayê ya 2018"an da li ser hesabên 20 fitbolîstan yên medyaya civakî lêkolînek kir.

Li gorî lêkolînê bi 318,3 milyon şopîneran herî zêde Ronaldoyê fitbolîstê tîma Real Madrîdê dişopînin.

Piştî wî bi 191,4 milyon kesan Neymarê fitbolîstê PSGê û pişt wî jî bi 179,3 milyon şopînaran va Messiyê fitbolîstê Barcelonayê tê.

Mesut Ozîlê fitbolîstê esli wî Kurd jî ji aliyê 69,8 milyon kesan va tê şopandin û di lîsteyê da di rêza 7emîn de cih digire.