image

PeyamaKurd - Sobekarê bi navê Ben Lecomte yê ku eslê xwe ji Fransayê ye dixwaze di dîrokê de bibe kesê ewil ê ku Okyanusa Pasîfîkê bi soberiyê derbas kiriye. Ji bo vê Lecomte ji Japonyayê dest bi soberiyê kir.

Li gor nûçeya BBCyê Lecomte (51) ji Japonyayê dest bi soberiyê kir û heta ku bigihêje qeraxa rojavayê Amerîkayê her roj 8 saet bi tevahî ji 6 mehan zêdetir wê di behrê de bimîne.

Ev rêwîtî wê 9 hezar kîlomêtro dewam bike.

Lecomte dixwaze balê bikşîne ser guherîna av û hewayê.

Di vê maratonê de hin zehmetî hene. Dibe ku semasî hebin, bahoz çêbibe, ava zêde sar tesîreke neyînî li ser Lecomte bike.

Komeke zanyaran jî wê beşdarî rêwîtiya Lecomte bibin û li ser mijarên wekî werzişeke wiha giran çawa tesîrê li ser dil dike, bermayiyên plastîk ên di behrê da, zirarên felaketa nukleer a Fukuşîmayê daye okyanusê wê lêkolînan bikin.

Lecomte li Amerîkayê dijî û hat ragihandin ji bo ku dest bi vê rêwîtiyê bike wî her roj li derva werziş kiriye, hişê xwe bi hin egzersizan va ji bo vê rêwîtiyê amade kiriye. Ji bo ku bi hêz û xurt dewam bike diyeta şekir a 8 hezar kalorî dihewîne wê bike.

Lecomte di sala 1998an de her roj 6 hezar û 400 kîlomêtro soberî kiribû û di nav 73 rojan de ji Atlantîkê derbas bûbû.