image

Dê li bajarê Yekaterînburgê ku yek ji bajarên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an e, li dema maçên turnûvayê Şeva Muzexaneyên Futbolê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya Teknolojiyên Nûjen a Muzexaneyên Yekaterinburgê de hat ragihandin, dê çalakî 19ê Hezîranê li saet 18.00an destpê bike û heta derengiya şevê berdewam bike.

Di çalakiya ku zêdetirî 20 muzexaneyan beşdarî dikin de, bihayê bilêtan dê ji aliyê lijneyeke serbixwe ve were diyarkirin.

Bajarê Yekaterinburg, 15ê Hezîranê mazûvaniya maça Misir-Uruguay, 21ê Hezîranê ya Fransa-Peru, 24ê Hezîranê ya Japonya-Senagal û 27ê Hezîranê jî mazûvaniya maça Meksika-Swêd dike.