image

Şirketa rêhewayê Rûs S7 Airlines dê ji 16ê Sibata 2018an wir de, firînên ji Moskowê bo Saranskê bide destpêkirin.

Berpirsê Bazirganî yê S7 Group Îgor Veretennikov ragihand, "Dê derfeta firîna bo Saranskê tîmên futbolê yên maçên Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an li Mordovia Arenayê dilîzin binirxînin. Dê rêwîtî demjimêrek û nîv be."

Dê balafirên ku her roj li saet 18.00an ji Balafirgeha Domodedovo ya Moskowê rabin, li sate 19.30yan li Saranskê deynin. Dê balafirên ku ji Saranskê li saet 20.10an rabin jî li saet 21.45an li Moskowê dakevin.