image

PeyamaKurd - Di Lîga Şampiyonên Ewropayê de tîma Roma ya Îtalî li hember tîma Barcelona ya Îspanî bi 3-0 biserkevt û gihişte nîv fînalê.

Di çarçoveya yariyên duyemîn ên çarîk fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê de şevê din Barcelona bû mêhvanê Romayê.

Di xuleka 6ê de Edin Dzeko bi navê Romayê golek tomar kir û beşa yekem a yariyê bi 1-0 bidawî bû.

Di beşa duyemîn de, di xulekên 58ê de ji penaltiyê Daniele De Rossi û 82ê de Kostas Manolas du golên din tomar kirin û bi vî awayî Romayê serkeftineke dîrokî tomar kir.

Yariya yekemîn de Barcelona 4-1 biserkevtibû.

Ji aliyê din ve, di yariyeke din ê çarîk fînalê de tu tîmên Îngîlîzî, Liverpool û Menchester City hatine pêşberî hev. Di vê yariyê de Liverpool bi 2-1 biserkeft û gihişte nîv fînalê.

Golên Lîverpolê Mihemed Salah û Firmîno tomar kirin. Gola City jî Gabriel Jesus tomar kir.

Di Lîga Şampiyonan de îşev jî du yarî hene. Di yariyekê de Real Madrîd dê mêhvandariya Juventus bike û di yariyeke din de li Almanyayê dê Bayern Munich pêşwaitya Sevillayê bike.