image

Di hefteya 29emîn a Lîga Futbolê ya Yekemîn a Sipanyayê (La Lîga) de Real Madrîdê di stada xwe de bi encama 6-3 ji Gîronayê bir.

Real Madrid di Stada Santiago Bernabeu de bi Gîronayê re leyîst. Nîvê ewil ê pêşbirkê di xuleka 11emîn de bi gola Cristiano Ronaldo, di xuleka 29emîn de bi gola Cristhian Stuani  1-1 beramber bidawî bû.

Di nîvê duyem de Ronaldo di xulekên 47, 64 û 90+1emîn de, Lucas Vazquez di xeleka 59emîn de û Gareth Bale di xeleka 86emîn de bi golan Real Madrid serxistin.

Golên Gironayê di xuleka 67emîn de Stuani û di xuleka 88emîn de Juanpe avêtin û pêşbirk 6-3 bi serkeftina Real Madridê xilas bû.

Ronaldo yê Portekîzî Real Madridê bi formeyên kulûb û tîma neteweyî cara 50emîn mohra xwe li "hat-trick"a (li ser hev sê gol) xwe da. Futbolîstê 33 salî di real Madridê de 44, di Manchester Unitedê da carekê, di Tîma Neteweyî ya Portekîzê da jî 5 caran hat-trick kiriye.

Real Madrid bi vê skorê va pûanê xwe derxist 60î, Gîrona di 43 pûanan da ma.