image

Di 22yemîn hefteya LA Lîga ya Îspanyayê  de tîma futbolê Real Madrid bû mêvanê tîma Levanteyê encama yariyê  2-2 wekhev ma. Bi vê encamê her tîmê yek puan wergirt.

Levanteyê li Stada Ciutat de Valenciayê Reel Madrid ezimand.  Di 11emîn xuleka yariyê de Toni Kross gog da Sergio Ramos û wî jî gola yekêm a Real Madridê tomar kir.

Yarîzanê Levanteyê  yê bi navê Emmanuel Boateng di xuleka 42yemîn de bi golekê bersiva gola Real Madridê da encam  bû 1-1 û di dewreya yekem de ti golek din nehat tomarkirin.

Real Madrid bi gola Isco di 82yemîn xuleka yriyê de dîsa ket pêşiyê. Lêbelê Giampaolo Pazzini di 89emîn xulekê de skor kir 2-2 ku dawî bi vî rengî li yariyê hat.

Real Madrida ku di rêza 4emîn de ye, bi vê skorê pûanê xwe kir 39.  Tîma Barcelonayê ya serkêş heger îro yekşemê (04.02.2018) ji tîma Espanyolê bibe, ferqa pûanê wê û Real Madridê dê bibe 21 pûan.