image

PeyamaKurd - Tîma Real Madrîd a Îspanî bi awayekî fermî navê rahênanê nû yê tîma xwe ku cihê Zinedine Zidane bigre, eşkere kir.

Real Madrid li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye ku rahênerê bijarde yê Îspanyayê Julen Lopetegui bûye rahênerê nû yê Real Madrîdê û piştî bidawîbûna Kupaya Cîhanî ya 2018an dest bi kar dike.

Roja çarşemê 31ê Gulana 2018an rahênerê teknîkê yê tîma futbolê ya Real Madrîd a Ispanî, Zinedine Zidane ji rahêneriya wê tîmê îstîfa kiribû û ragihandibû ku êdî ew li wê tîmê berdewam nabe.

Zinedine Zidane gotibû: “Ez ji leyîzê newestiyame, lê belê ji bo ku tîm berdewam be li ser serkeftinên xwe, divê ez dest jê berdim. Niha dema dest jê berdanê ye.”

Di dema Zidane de tîma Real Madrîdê di 3 werzên lîga Ispanya de, şampiyonî bi dest xistibû.