image

PeyamaKurd - Tenîsbazê Spanyayî Rafael Nadalê di Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Madrîdê de reqîbê xwe yê Arjantînî Diego Schwartzman 2 û 0 têk bir û derket fînala çaryekê.

Nadal di tura sêyemîn a turnuvaya ku li Madrîd a paytextê Spanyayê de bi Schwartzmanê Arjantînî ra pêşbazî kir û bi setên encamên wan 6-3 û 6-4 bûn reqîbê xwe 2 û 0 têk bir û derket fînala çaryekê.

Bi encama vê pêşbaziyê Nadal bu yek ji tenîsbazê ku di korta yek celebî de herî zêde set qezenc kir. Beriya Nadal, tenîsbazê berê yê ji Amerîkayê John McEnroe di sala 1984an de 49 caran li ser hev set qezenc kiribû.

Nadal bi vê pêşbirkê gihîşt heman rekorê û di seta dawîn de jî piştî ku bi ser ket bi qezenckirina 50 setî li ser hev bû xwediyê rekora nû.

Tenîsbazê Spanyayî wê di fînala çaryekê de bi Dominic Thiemê ji Awistralyayê ye re bê hemberî hev.