image

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî, Rûsya ji Lîstikên Olîmpiyadên Zivistanî yên 2018an yên li Pyeongchangê men kir û tenê destûr da ku werzîşkarên rûsî serbixwe beşdarî lîstîkan bibin, li hember bangên boykotê ku hinek rayedarên welêt xwestibûn got, teqez emê gaveke wisa neavêjin.

Pûtîn li kargeha otomobîlan a GAZê ya li Nijniy Novgorod biryara Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî (IOC) wekî biryareke ‘siyasî' nirxand û got: ‘Hemû tiştên bûne wek ku hatine honandin." Putîn li gel banga boykotê ya ji aliyê hin parlamenteran ve jî diyar kir ku ew dê tiştekî wisa nekin û ew dê biryarê bi hêviya werzîşkaran ve berdin ku serbixwe beşda bibin an beşdar nebin.

Pûtîn destnîşan kir ku: "Teqez em ê boykot nekin. Em ê werzîşkarên xwe yen ku dixwazin serbixwe beşdar bibin asteng nekin." ‘TAWANBAR KIRIN LI SER ÎDÎAYA NE' Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018 Qesra Kremlin Moskow.

Putîn îdîayên ku bernameya dopîngê ya bi destê dewletê heye red kir û balkêşand ser daxuyaniyên Serokê Laboratûara Têkoşîna Dij Dopîngê ya Moskowê ku IOCê ev biryar li ser wan daye û weha got: Di biryarê de îfadeyên kesekî ku nêzîktêdayînên wî yên exlaqî û rewşa wî ya psîkolojîk ne diyare wekî bingeh hatine dîtin.

Gelekên tawanbarkirinan nehatine îspat kirin û îdîayên bê esas in." Pûtîn bang kir ku kesên qaîdeyên dopîngê binpê dikin werin ceza kirin û aşkere kir ku dê Rûsya li ser qedexeya IOCê dê di rojên pêş me de biryara xwe bide.

Cîgirê Serokê Komîteya Bergirî û Ewlehiyê yê Konseya Fedrasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç û Cîgirê Berdevkê Dûmayê Îgor Lebedev parastibûn ku divê lîstik werin boykot kirin.

Rodçenkovê ku di sala 2016an de bazdabû Amerîkayê û li wê derê di jêr sîwana bernameya parastina şahidan de dijî, piştî bi şeşe mehan roportajek bi rojanmeya New York Times re kiribû û gotibû li Rûsyayê bernameya dopîngê ya bi destê dewletê heye.

Pûtîn doh li kargeha otombolîn a GAZê bi karkeran hatibû gel hevû ragihandibû ku dê di hilbijartinên serokatiyê yên 2018an de dê bibe endam.