image

Tîma fûtbolê ya Amed Sporê dawiya vê hefteyê ji bo qedexeya deplasmanê ya ji bo temaşevanên wê şermezar bike derneketibû maça ligel Sivas Belediyeyê.

Piştî vê Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) ya girêdayî Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê li hev civiya û biryar da.
PFDK'ê ji ber vê helwesta Amed Sporê ceza li kilûbê birî.

Lijneyê cezaya bi hukmî têkçûma Amed Sporê û pêre jî jêbirina 3 pûanên Amed Sporê birî.