image

PeyamaKurd - Stêrê Barcelonayê Lionel Messi ragihand, ku heta peymana wî bi dawî were ew ê lîstina xwe ya fitbolê dewam bike.

Stêrê Barcelona yê Arjantînî Lionel Messi, şîrove li ser transfera Cristiano Ronaldo bo Juventusê kir. Herwiha da zanîn ku ew ê kengî dev ji fitbolê berde.

Messi nirxandin li ser Real Madrîda bê Cristiano Ronaldo jî kir û wiha got: “ Nebûna Cristiano Ronaldo Real Madrîdê qelstir nake, lê Juventus bo Lîga Şampiyonan bû  favoriya herî mezin.”

Messî diyar kir ku, ya rastî dema min bihîst ku Ronaldo çûye Juventusê ez şaş mam. Min ew ji derveyê Real Madrîd hizr nedikir.

Stêrê Arjantînî destnîşan kir, ku vê pêlê yarîzan ji bilî ku bi qlûbekê ve girêdayî bimînin bo pareyî pîşeya xwe dewam dikin.

Peymana Messi heta sala 2021ê ye ku wê demê temenê wî digihêje 34an, Messi: “Heta peymana min biqede ezê lîstina xwe ya fitbolê dewam bikim.Pişt re em ê bi qlûbê re bicivin û biaxivin û dê biryarek bê stendin”