image

PeyamaKurd - Kûpaya Cîhanê bi mazûvantiya Rûsyayê dê di navbera 14ê Pûşber û 15 Tîrmehê de bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de fitbolîstê tîma Arjantînê Lionel Messi derbarê kariyera xwe ya tîma milî de got ku, pêşeroja min dê performansa min ya Rûsyayê diyar bike.

Lionel Messi cara ewil di sala 2005an de formeyê tîma milî ya Arjantînê li xwe kiribû. Piştî ku fînala 2014an û fînalên 2015 û 2016an yên Copa Americayê winda kir, turnuvaya li Rûsyayê bo pêşeroja fitbolîstê stêrk ya tîma milî zêde girîng e. Efsaneyê Barcelonayê Messi, ji Rojnameya Sport ya spanyayî re axivî û wiha got: “Ev girêdayî pêşveçûna me û encama tûrnûvayê ye, li ser hev me 3 fînal winda kirin, ev rewş di navbera me û çapemeniya Arjantînê de bû sedema pevçûnan.”

Li gor Messi favoriyên tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê Brezîlya, Almanya, Fransa û Belçika ye. Di fînala turnuvaya sala 2014an de Arjantîn di demên dirêjkirinê de li dijî Almanyayê 1-0 têk çûbû, di fînala Copa Americaê ya sala 2015an û 2016an de jî li hember Şiliyê di avêtina penaltiyan de winda kiribû û kûpa bi dest dijberên xwe de berdabû.