image

Rojnameya Mondo Deportîvo ya ketelonî derbarê girêbesta nû ya stêrka arjantînî Lîonel Messî ya li gel yaneya Barcelonayê de sûprîzekî mezin eşkere kir.

Piştî girêbesta nû ya li gel golkarê dîrokî Lîonel Messî, yaneya Barcelonayê eşkere kiribû, ku mercê cudabûna wî ji Barcayê 700 milyon euro ye. An ku kîjan tîm bixwaze Messî veguheze, divê 700 milyon euroyan bide.

Lê li gorî rojnemeya Mondo Deportîvo, Messî jî mercek daniye pêş Barcelonayê ku ew jî ev e; Eger Katelonya serxwebûna xwe ragihîne dê Messî bikare girêbesta xwe hilweşîne û bêyî beramber ji yaneya xwe cihê bibe.

Rojname amaje dike, ku wateya vê merca Messî ew e, ku pêwîstî bi mercê cezakirinê an jî diyarkirina bonservîsê nake û eger Katelonya bibe dewletekî serbixwe dê ew bikare bi rehetî tîma xwe bicîh bihêle.

Lîonel Messî di Mijdara sala 2017ê de, girêbesta xwe ya li gel Barcayê heta 4 salên din jî dirêj kiribû.