image

Qaremana Ewropa yaneya Real Medrîd ya Îspanî kojmekê mezin ê perey ji bo girêdana hevbesta stêra Berazîlî Neymar Dasêlvay ji yaneya Parîs Sancêrman ya Firensî terxankirîye .

Rojnameya Marka diyarkir serokê yaneyê Florêntîno Pîrêzî dixwaze hevbesteka mezin girêbide û ji bo vê çendê 200 milyon yoro jibo veguhastina Neymarî ji yaneya Parîsî terxankirîne, lê veguhastina wî bi kojmê diyarkirî û digel muçeyê salane dê bi 450 milyon yoroyan li ser yaneya paytextî rabiweste.