image

PeyamaKurd - Ji fitbolîstên navdar ên Arjantînê Diego Armando Maradona bû serokê Dinamo Bresta Belarûsê.

Li gor daxuyaniya ji Kulûba Dinamo Brestê hat dayîn, bi Maradonayê 57 salî reji bo 3 salan peyman hat îmzekirin û hat ragihandin ku fitbolîstê navdar wê di mijarên pêşketina stratejîk, têkilî û akademiyê de piştgiriyê bide tîmê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Maradona wê piştî Kûpaya Dinyayê ya 2018an a li Rûsyayê dest bi wezîfeya xwe bike.

Maradona dema ku di Tîma Neteweyî ya Arjantînê de fitbol dileyîst, Kûpaya Dinyayê ya 1986an qezenc kir. Maradona di tîmên wek Boca Juniors, Napoli, Barcelona û Sevillayê de leyîst.

Maradona di salên 2008-2010an da dîrektoriya teknîkî ya Tîma Neteweyî ya Arjantînê kir û herî dawîn dîrektorê El-Fujairaha tîma Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî kir.