image

PeyamaKurd - Çapemeniya Brîtanyayê ragihand, ku Jose Mourinho yê ku ji Manchester Unitedê li ber çûnê ye, heke tîma wî winda bike dê li şûna wî Zinedine Zidane dest bi peywirê bike.

Lijneya Rêveberiyê derbarê pêşeroja Jose Mourinho ya li Manchester Unitedê de civînek li dar xist, li ser biryarên di civînê de hatine stendin îdîa ketin rojevê.

Li gor gahiyên nûçeya ku Daily Mailê pêşeroja Jose Mourinho bi windakirina yek puanî ve hatiye girêdan, di pêşbirka li gel Burnleyê de heke yek puan bê windakirin dê bi Jose Mourinho re rê were veqetandin.

Herwiha rojnameyê di heman nûçeyê de cih da van gotinan: “Lîstikvan di nava xwe de li ser Zinedine Zidane dest bi axiftinê kirine jî.”