image

PeyamaKurd - Di Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Fransayê (Ligue 1) da Paris Saint-Germainê (PSG) li yarîgeha xwe Monaco 7-1 têk bir û beriya bi dawîbûna lîgê bi 5 hefteyan, ji bo cara 7emîn bû şampiyon.

Di hefteya 32yemîn a Ligue 1ê da PSGyê li Parc des Princesê Monaco ezimand.

Tîma malîvan a ku bilez dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeyên 14emîn û 27emîn da bi golên Giovani Lo Celso, di deqîqeya 17emîn da bi gola Edinson Cavani û di deqîqeya 20emîn da jî bi gola Angel Di Maria va 4-0 da pêşiyê.

Ji Monacoyê jî Rony Lopes di deqîqeya 38emîn da gol avêt û dewreya yekemîn 4-1 bi dawî bû.

Di dewreya duyemîn da jî PSGyê ferq zêdetir kir û di deqîqeya 58mîn da bi gola Di Maria, di deqîqeya 76emîn da bi gola Radamel Falcao ku gol avêt qeleya xwe û di deqîqeya 86emîn da jî bi gola Julian Draxler va 7-1 bi ser ket.

Bi vê xalibiyetê va PSGyê pûanê xwe kir 87 û beriya ku lîg bi dawî bibe 5 hefte pêş da bû şampiyonê sezona 2017-2018an.

PSG piştî sezonên 1985-1986, 1993-1994, 2012-2013, 2013-2014, 2014-2015, 2015-2016an ji bo cara 7emîn bû şampiyon.