image

PeyamaKurd - Manchester City û Chelsea ji bo Ingîltere Community Shieldê hatin pêşberî hev,  Manchester City 2-0 bi ser ket û cara 5emîn kûpa bi dest xist.

Di pêşbirka ji bo Ingîltere Community Shieldê Şampiyonê Premier Lîgê Manchester City û serkeftiyê FA Cupê Chelsea hatin pêşberî hev.

Pêşbirka ku li Stada Wembley  hate lîstin Manchester City 2-0 serkeftin anî û Kûpa bire muzeya xwe.

Serkeftina Manchester City bi golên Sergio Aguero hatin, Aguero di deqeya 13 û 58an de du gol avêtin û bû mîmarê serkeftinê. Yarîzanê golker bi avêtina herdu golên xwe ku yên 200 û 201emîn bûn, di dîroka Manchester Cityê de bû golkerê yekemîn.

Dîrektorê teknîkî yê Chelseayê Maurizio Sarri di maça xwe ya ewil de winda kir. Manchester City bi vê serkeftinê di dîroka xwe de cara 5emîn Kûpaya Ingîltere Community Shield bir. (1937-1968-1972-2012-2018)