image

Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê werzişvanên ku xwe li ser berfê dişemitînin ji bo di pêşbirkan de serkeftî bin, tevî sermayê amadekariyên xwe dikin.

Werzişvan li ser rêya Bedlîs û navçeya Tetwanê li herêma Xana El-Amanê ku 25 santîm berf heye bi rêvberiya rahêner Sedat Doymaz antermanan dikin.

Rahêner Sedat Doymaz diyar kir ku 60 werzişvan tevlî amadekeriyan dibin û got: “Li herêma Rehwayê ji ber k berf heye em li vir dixebitin. Ji werzişvanan nîvê wan beşdarî pêşbirkan dibin, ên din jî bo pêşbirkên sala li pêş me amadekariyan dikin. Em ji bo olîmpiyatan werzişvanan perwerde dikin. Ji ber vê werzişvanên me jî 15 pile di bin sifirê de bênavber dixebitin." 

Doymaz tekez kir ku demekê şûnda dê li bajarê Agirî û Boluyê pêşbirk bên kirin û 20 werzişvanên wan dê beşdarî bibin.

Doymaz da zanîn ku par werzişvanekî wan li Erziromê di Lîga K-1 a Reva Xweşemitindinê de li ser asta Tirkiyê bûye duyemîn û ji bo ku ew madalyayan qezenc bikin gelekî dixebitin.