image

PeyamaKurd - Werzişvanê tîma Duçerxê ya Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê Veysel Gulmez di Şampiyonaya Duçerxa Çiya ya Tirkiyeyê da bû Şampiyonê Tirkiyeyê.

Berpirsekî Şaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar kir: “Şaredarî encamên alîkariya ku dide werziş û werzişvanan werdigire. Tîmên me ji serkeftinekê berê xwe didin serkeftineke din"
Herwiha wî berpirsî wiha got: "Şaredariya Bajarê Mezin bi awayekî bi lîsans hezar werzişvan kirin bin sîgotwana xwe. Werzişvanên me di branşên cuda da di fitbol, hentbol, voleybol, atletîzm, duçerx û melevaniyê da ji serkeftinekê berê xwe didin serkeftineke din. Werzişvanê Tîma Duçexê Veysel Gulmez di Şampiyonaya Duçerxa Çiya ya Tirkiyeyê da bû Şampiyonê Tirkiyeyê."