image

Di Şampiyoniya Halterê ya Dinyayê de ku li Amerîkayê birêve çû, Alî Haşimîyê kurdê Îranê bû şampiyonê cîhanê.

Alî Haşîmî ku li ser navê Komara Îslamî ya Îranê beşdarîya şampiyoniya halterê kir, 2 madalyayên zêrîn û madalyayeke bronz kar kir.

Haşîmî di Şampiyoniya Halterê ya Cîhanê de ku li bajarê Anahîm ê Amerîkayê birêve çû, di nav halter hilgirên 105 kîloyan de, bi hilgirtina giştî ya 404 kîloyan bû yekemîn.

Haşimî di Şampiyoniya Halterê ya Asyayê ku li meha Nîsana 2017an hatibû lidarxistin de jî bi serkeftinên xwe tîma Îranê kiribû şampiyon.