image

PeyamaKurd - Di çarçoveya yariya nîve fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, tîma welatê Fransayê li hember Belçîkayê bi 1-0 biserkeft û gihişte fînalê.

Herdu tîmên Fransa û Belçîkayê li Yarîgeha Saint-Petersburgê hatine pêşberî hev.

Beşa yekemîn a yariyê bê gol wekhev encam bû. Di xuleka 51ê de Samuel Umtiti bi navê Fransayê golek tomar kir û encam bi 1-0 bidawî bû.

Piştî vê encamê Fransa gihişte fînala Kûpaya Cîhanê.

Fransayê di sala 1998ê Kûpaya Cîhanê bidest xistibû. Herwiha Kûpaya Cîhanê ya 2006ê ya li Almanyayê jî gihiştibû fînalê.

Rikberê Fransayê dê di encama yariya îro de diyar bibe, ku herdu tîmên Îngîltere û Xirwatiya tên pêşberî hev.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Şahê Belçîkayê Philippe jî li yarîgehê amade bûn û temaşeyê vê rikberiyê kirin.