image

PeyamaKurd - Tîma Kirwatyayê li hember Tîma Îngiltereyê bi ser ket û di dîrokê  de yekem car xwe gihande lîstika dawî ya Kûpaya Cîhanî.

Tîma Kirwatyayê û Tîma Îngiltereyê li stada Luzhniki ya Rûsyayê hatin hemberî hev.

Nîveka yekem a maçê bi gola futbolîstê Îngiltereyê Kieran Trippier encam bû 1-0.

Di xuleka 68an a nîveka duyem de futbolîstê Kirwatyayê Ivan Perisic gola xwe avêt û maç 1-1 wekhev bû.

Di dema dirêjkirî ya lîstikê de di xuleka 109 de jî Kirwatya bi gola Mario Mandzukic ket pêşiya Îngiltereyê û di dîroka xwe de yekem car gihişte lîstika dawî ya Kûpaya Cîhanî.