image

Di Lîstikên Zivistanê yên Olimpiyatê de ku li Pyeong Changê berdewam dike, ji ekîba rûs re du madalya hatin. Yekaterina Rumyantseva û Anna Milenina di pêşbaziya kaşkirinê a Lîstikên Zivistanê yên Olimpiyatê de madalya qezenç kirin.

Atleta kaşbaz a paralîmpîk ya rûsî Yekaterina Rumyantseva, di pêşbaziya kaşkirina 15 kîlometreyan a Lîstikên Zivistanê yên Olimpiyatê de madalyaya zêrîn qezenç kir. Di Lîstikên Zivistanê yên Olimpiyatê de ku li PyeongChangê berdewam dike, ji ekîba rûs re du madalya hatin. Kaşbaz Yekaterina Rumyantseva bi performansa xwe ya baş ve bû xwediyê madalyaya zêrîn. Kaşbazek din ya rûsî jî Anna Milenina madalyaya zîv bidestxist.

Lyudmila Liaşenko ya ûkraynayî jî di lîstikan de bû sêyem. Rumyantseva, rojek berê di pêşbaziya 6 kîlometreya jinan de madalyaya zêrîn qezençkiribû.