image

PeyamaKurd - Ji klûbek Rûsî bo fitbolîstê Real Madridê Cristiano Ronaldo pêşniyazek surprîz hat. Klûbê li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir û bangî fitbolîstê portekîzî Cristiano Ronaldo kir: “Em hertiştî dizanin Ronaldo, em dixwazin tu klûba Yeniseyê heke carek be jî wê mezin bike.”

Wekî ku tê zanîn veqetîna fitbolîstê portekîzî Cristiano Ronaldo ya ji Real Madridê di rojeva fitbola cîhanê de ye, herwiha ji klûba fitbolê ya rûsî Yenisey Krasnoyarskê bo fitbolîstê stêrk pêşniyazek balkêş hat.

Klûba Yenisey Krasnoyarsk di dîroka xwe de cara ewil derket Lîga Premier a Rûsyayê û di heyama 2018-2019an dê bo şampiyoniyê têbikoşe. Klûbê li ser hesabê xwe yê twitterê pêşniyazek balkêş li Cristiano Ronaldo kir: “Xoşewîst Cristiano, em hertiştî dizanin, em pêşniyaza ku Klûba Yeniseyê mezin bike li te dikin, lê zû biryara xwe bide.”