image

Li bajarê Rostov-na-Donu yê Rûsyayê li qada stadyuma Arenayê ku dê maçên FIFA 2018 Kupaya Cîhanê bên lîstîn, parkeke nû tê avakirin.

Parêzgarê Herêma Rostovê Vasiliy Golubev derbarê amadekariyên Kupaya Cîhanê de civînek li dar xist û got, “Mebesta me ya pêşî ew e ku em ji bo mêvanên xwe yên meha Gulana dahatu Werin bajarê me, cihekî bi konfor amade bikin.”

Golubev di civînê de ragihand, dê parka ku li ser 15.7 hektaran tê avakirin û bi dirêjiya 7 kîlometran be û rêyên bisiklêt û peyayan tê de hebin.