image

Şaredarê St. Petersburgê û kompaniya MaksîmaTelekomê li ser li hev kir ku qada belaş a wifiyê ji bo FIFA 2018an çêbikin.

Li gor peymana hatiye girêdan, dê wifiya belaş di nav metroya St. Petersburgê de bi temamî belaş be û dê herwiha di hemû wesayîtên çûnûhatina nav bajêr de jî girêdana înternetê ya wifiyê hebe.

Serokê Komîteya Ragihandinê yê Şaredariya St. Petersburgê Aleksandr Golovin ragihand, "Peyman hat îmzekirin. Dê şirketa MaksimaTelekomê hemû wesayîtên çûnûhata nav bajêr bi înterneta bêtêl bixemilîne."