image

PeyamaKurd - Di Lîga Neteweyan ya UEFAyê de li Lîga Ayê di pêşbirka çarem de Îspanyayê, Xirwatistana ku di Kupaya Cîhanê ya dawî de bibû fînalîst, bi lîstikeke baş 6 – 0 têk bir.

Îspanya di deqeya 24an de bi Saul Niguez kete pêş, di deqeya 33an de bi Asensio ferq derxiste duduyan, Kalinic di deqeya 35an de bi gola ku avête qaleya xwe kire ku Îspanya di dewreya ewil de bi 3 – 0ê bi ser bikeve.

Di dewreya duduyan de Îspanya bi lez pê de çû û di deqeya 49an de bi Rodrigo gola 4an dît. Sergio Ramos di deqeya 57an de ferq derxiste 5an û gola 6a jî di deqeya 70ê de ji aliyê Isko hat.

Di deqeyên mayî de tu golên dî nehatin û Îspanya bi 6 – 0 Xirvatistan têk bir. Bi vê maçê Îspanya di duduyan de kire dudu û puanê xwe derxiste 6an, Xirwatistan di maça xwe ya ewil de puan wernegirt.