image

PeyamaKurd - Di çarçoveya pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FÎFA 2018an a 16 turên dawîn de Fransayê bi encama 4-3 ji Arjantînê bir û derbasî finala çaryekê bû.

Tîma Fransa û Tîma Arjantînê îro Di çarçoveya pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FÎFA 2018an a 16 turên dawîn de hatin hemberî hev û Fransa bi 4 golan li hemberî 3 golan bi ser ket.

Yekem gola Fransayê lîtikvanê 19 salî Kylian Mbappe bi penaltiyê di xuleka 13ê de tomar kir. Di xuleka 41ê de Arjantînê bi gola Di Maria bersiva Fransayê da û nîva yekem bi encama 1-1 bidawî bû.

Di xuleka 48ê de lîstikvanê navdar ê Arjantinê golek tomar kir û tîma xwe pêş xist, lê piştî 9 xulekên din lîstikvanê fransî pavard golek avêt û enca dîsa bû wek hev 2-2.

Kylian Mbappe di xuleka 64ê re de dîsa derket holê û tîma xwe pêşxist. Herwiha Mbappe di xuleka 48ê de gole xwe ya sêyem û tîma xwe çaremîn tomar kir.

Di xuleka 90+3ê de lîstikvanê Arjantînê Aguero golek tomar kir û lîstik bi encama 4-3 a serkeftina Fransayê bidawî bû.

Bi vê encama Fransa derbasî finala çaryekê bû û Arjantînê jî ji Kûpaya Cîhanî ya 2018an xatir xwest.