image

Baştirîn tenîsbazê cîhanê Roger Federer ê Swêdî di Pêşbirka Vekirî ya Miamiyê de li hemberî tenisbazê Avustralyayî Thanasi Kokkinakis têk çû û bi vê têkçûnê re di tura duyemîn xatir ji pêşbaziyê xwest.

Di tûra duyemîn a pêşbaziya li Miami ya Amerîkayê de Federer û Kokkinakis hatin hemberî hev.

Kokkinakis ê ku di nava baştirîn tenisbazan de di rêza 175emîn de ye li hemberî Federer ê yekemîn 3-6, 6-3 û 7-6 bi ser ket û serkeftina herî baş a kariyera xwe bi dest xist.

Federer ji di 2104an û vir ve piştî têkçûna xwe ya li hemberî finalinde Juan Martin Del Potroyî di pêşbaziya Indian Wellsê ev cara duyemîn e têk diçe.