image

PeyamaKurd - Futbolîstê Tîma Neteweyî yê Nîjeryayê Kenneth Omeruo got li hember futbolîstê Arjantînê Lîonel Messî futbol lîstin kelecanê dide wî.

Omeruo bo çapemeniyê axivî û got Koma Dyê ya ku Arjantîn, Xirvatîstan û Îzlanda di nav de ye yek ji wan komên herî xurt ên şampiyoniyê ye û wiha axivî: "Em di nav komeke pir xurt da cih digrin. Di herdu pêşbirkan de me 3 puan hilda û em niha di rêza duyemîn da ne. Ji bo ku em ji komê derkevin şansê me heye, em bi vê bawer dikin. Emê pêşbirka xwe ya dawîn bi favoriya komê, bi Arjantînê ra bikin. Arjantîn bi wan navên stêrk ên kadroya xwa va yek ji tîmeke neteweyî ya herî baş a dinyayê ye. Ev rastiyek e. Helbet karê me pir zehmet e. Ji bo ku em bi ser bikevin, emê bi hemû hêza xwe va bilîzin."

Li ser pirsa "Di Kupaya Dinyayê ya 2014an ya ku Brezîlyayê mazuwaniyê dikir da hûn di heman komê ya Arjantînê de bûn. Di wê pêşbirkê da bi 2 golên Messî va Arjantîn 3-2 bi ser ketibû. Gelo vê carê hûnê bikaribin Messî bidin sekinandin?"

Omeruo wiha got:

"Belê, 4 sal beriya vê jî em derketin li hemberî Messî. Ez hêvî dikim li Rûsyayê emê ji ya Brezîlyayê baştir bilîzin. Messî li gor 4 sal berê bêtir xwedî tecrube ye, lê em jî bûn xwedî tecrube. Wek tîm çi ji destê me bê emê bikin û emê hewl bidin ku Messî bidin sekinandin. Li hember Messî lîstin bikelecan bû û ez hêvî dikim wê dîsa wisa be."

 

Herwiha Nîjerya û Arjantîn dê roja sêşemê (26 Hezîran) Seet: 21.00ê de bên pêşberî hev.