image

PeyamaKurd - Golparêzê tîma welatê Îranê Elîreza Bîranwend, ku Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di nav golparêzên herî baş ê cîhanê de di rêza nehemîn de cîh digre.

Golparêzê Kurd Elîreza Bîranwend navê xwe di nav lîseya “Baştirîn golparêzên cîhanê” de tomar kir. Di cîhanê de Gianluigi Buffon ê îtalî di pileya yekemîn de, Manuel Noerê almanî duyem û Keylor Navasê kostarîkî, ku di heman demê de golparêzê Real Madrîdê ye, di rêza sêyemîn de ne.

Pirs ev e, “gelo Elîreza Bîranwend ê golparêzê yaneya Persepolîsê di vê dawiyê de çi pêşkeş kir, ku navê wî çû nav lîsteya baştirîn golparêzên cîhanê.”

Bîranwend ê 25 salî, ji bilî ku penaltiya Cristiano Ronaldo vegerand, herî kêm xwediyê wan taybetmendî û xisletan e ku him li Asya û him jî li seranserê cîhanê bigihe vê astê.

Fîzîk û laşê wî pir baş e 

Golparêzê Kurd xwedî bejneke dirêj e û bejna wî 195 santîmetre ye, ku dihe 6 pê û 5 înc. Ji roja ku bûye lîstikvaneke progesftonel û pîşeger, giraniya kêşa wî ji 85 kîlograman derbas nebûye û ev yek jî dihêle laşê xwe di astekî de biparêze, ku gelek kes li hember vê rewşê mat dimînin.

Pir çalak û sivik e

Elîreza Bîranwend, ku berê li gel yaneta Neft Tehranê bû û paşî çû nav Persepolîsê, li hember êrîşan pir çalak û sivik e, zû refleksê nîşan dide û nahêle rikberên wî bi hêsanî gokê bavêjin nav tora wî.

Cengawere

Bîranwend xwedî kesayetekî cengawere, ku ji bo golparêzekî ev xislet pir pêwîst e. Ev yek dihêle ku hertim gokên zehmet jî bigre. Ji seqetbûn û pêkanê natirse.

Çêkerê lîstokê ye

Golparêzê Kurd di dema lîstikê de xwedî hêzeke teqîner e, ku dikare di nava lîstikê de bi destê xwe pasê bavêje cihê herî dûr. Rojnameya Miror a îngîlîzî vê yekê weke “nûwaze” binav dike û dibêje, ew dikare bi pasa dest ji tîma xwe re defeta gol ava bike.

Di futbolê de divê golparêz hem bi dest û him jî bi ling xwedî behremendî be da ku bikare bandorê li encama yariyê bike. Ev taybetmendî di Elîreza de hene.

Şêrê penaltiyan e

Bîranwend ji bilî van taybetmediyên xwe, li hember penaltiyanm jî lîstikvaneke bi şiyan û jêhatî ye. Piraniya golparêzan di vê mijarê de qels in lê golparêzê Kurd di vê mijarê de weke “Şêrê penaltiyan” tê naskirin.