image

PeyamaKurd - Çavdêriya Têkoşîna li dijî Tundrewiyê ya El Ezherê pesnê lîstikvanê Misrî Muhemed Salah da ku di tîma Liverpoolê de dilîze.

Di daxuyaniya El Ezherê de hatiye diyarkirin ku Muhemed Salah nûnertiya exlaqê qenc dike û hemû cîhan di van demên dawî de behsa serkeftinên Salah dikin, tevî ku rojnameyên Brîtanyayê bi awayekî nebaş qala  îslamiyetê dikin, bi saya Salah alîgirên Liverpool, sirûdên îslamî dixwînin.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku her çi qas serkeftinên Muhemed Salah zêde bibe, sirûdên bi vî rengî dê zêdetir werin xwendin û bal kişandine ser wê yekê ku hinek alîgirên Liverpoolê dibêjin ku “Eger Salah zêdetir gol biavêje, ez ê îslamiyetê hilbijêrim, ez ê herim mizgeftê”.

Yekîtiya Futbolîstên Profesyonel a Brîtanyayê (PFA) di Lîga Premierê de xelata "futbolîstê salê" dabû stêrkê Misrî Muhemed Salah.