image

PeyamaKurd - Parêzerê misirî Bassem Wahba Sergio Ramos bi hinceta zirardayina fizîkî û derûnî ve sûcdar kir. Wahba doza bi mîlyarek euro li Ramos vekir û giliyê wî li FIFAyê kir.

Di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan de Liverpool û Real Madrid têkoşiyabûn û di deqîqeya 31an de Mohamed Salah di pozîsyona bi fitbolîstê Real Madridê Sergio Ramos re seqetî derbas kiribû û ji listîkê derketibû. Parêzerekî misirî derheqê Ramosê ku Salah seqet kir de doz vekir. Herwiha parêzer bo cezakirinê mîlyarek euro daxwaz dike.

​Ji aliyê din ve jî tê payin ku Salah dê bighêje Kûpaya Cîhanê. Bertekên dijî Sergio Ramos jî berdewamin. Li gor nûçeya Sada El-Balad a kanala Misirê, parêzerê bi navê Bassem Wahba ji FIFAyê re daxwwaznameyek şand ku Sergio Ramos bi hinceta zirardayina fizîkî û derûnî ve sûcdar kir.

​Wahba, "Salah bi zanebûn seqet kir û ji ber vê jî divê bê cezakirin. Min doz vekir û giliyê wî min li FUFAyê kir."