image

Komîteya piroje û mîratan ya berpirs bi rêkxistina Mondîyala Qeter 2022 bi fermî dîzaynê heftemîn yarîgeha xwe ragihand ku binavê Ras Ebo ‘Ebûd hat binavkirin.

Ev yarîgehe dê bi keresteyên taybet bêt çêkirin ji berku piştî bidawî hatina Mondîyalê keresteyên wê dê dûbare bên bikaranîn ji bo hinek pirojeyên din ..herwisa komîteyê ewjî eşkera kir ku ofîsa endazîyarî ya Îspanî Fînwêk Îrîban Ekîtkêç dê serperşitîya vê yarîgehê ket ko tê hijmartin yek ji baştirîn ofîsên endazîyarî li cîhanê û gelek yarîgehên din yên navdar dirust kirîne jiwan yarîgeha Kazablanka û stad Valênsîya û yarîgeha nêvdewletîya Nerwîc..zêdetir komîteya Mîrat û pirojeyan ew jî eşkera kir ku mawê dirustkirina vê yarîgehê sê saln û dê 40 hizar piştevanan bixweve bigere û ta qonaxa çarêk dawîya Mondîyalê dê mêvandarîya yarîyan bike.