image

PeyamaKurd - Piştî pêşbirkên Lîga Şampiyonan di Lîga UEFA Ewropayê de jî pêşbirkên ewil yên fînala çaryekê duh hatin lîstin û encamên balkêş derketin holê. Gola Atletico Madridê ket dîroka kûpayên ewropayê ku ya herî zû hat avêtin.

Arsenal, Atletico Madrid, Lazio û RB Leipzig di pêşbirkên fînala çaryekê ya Lîga UEFA Ewropayê de li qadên xwe qezenç kirin û ji bo nîvfînalê awantaj bidestxistin.

ARSENAL (BRÎTANYA) — CSKA MOSKOVA (RÛSYA): 4-1

Di pêşbirkên ewil yên fînala çaryekê ya Lîga UEFA Ewropayê de Arsenal û CSKA Moskowa hatin hemberî hev. Di têkoşîna dijwar de tîma brîtanî dijberê xwe yê rûs bi skora 4-1ê têk bir. Golên Arsenalê Ramsey û Lacazette (3) avêtin. Gola tîma mêvan ji Aleksandr Golovin hat.

ATLETÎCO MADRÎD (SPANYA) — SPORTÎNG LÎZBON (PORTEKÎZ): 2-0

Sporting Lizbona ku bi têkbirina Viktoria Plzenê ve derket tûra fînala çaryekê, bi Atletico Madridê re hat hemberî hev. Di pêşbirkê gola Koke ya di saniyeya 22an de hat avêtin ket dîroka kûpayên ewropayê ku herî zû hat avêtin. Tîma Spanyayê bi gola ku Griezmann avêt ve têkoşîn 2-0 qezenç kir.

Di herdû pêşbirkên din de jî Lazio (Îtalya) — Salzburg (Avûstûrya): 4-2 têk bir. Golên Lazioyê Senad Lulic, Marco Parolo, Felipe Anderson û Ciro Immobile avêtin. Golên tîma mêvan jî Valon Berisha û Takumi Minamino avêtin.

Di pêşbirka din ya şevê de tîma Leipzig (Emanya) reqîbê xwe Olympique Marsilya (Fransa) bi gola Timo Werner 1-0 têk bir û beriya pêşbirka rowanşê awantaj bidestxist. Herwiha pêşbirkên rowanşê di 12ê Nîsanê de wê bên lîstin.