image

PeyamaKurd - Di pêşbirka  Lîga Şampiyonan de Real Madrida ku li deplesmanê 2-1 qezenç kiribû li qada xwe bi nûnerê Elmanyayê Bayern Munihê re 2-2 beranber ma û bû tîma ewil ya fînalê.

Di Lîga Şampiyonan de fînalîstê ewil Real Madrid e. Madrida ku pêşbirka ewil ya li deplesmanê 2-1 qezenç kiribû li qada xwe li dijî tîma Bayern Munihê zehmetî kişand. Tîma mêvan Munih hêj di destpêka pêşbirkê di deqîqeya 3an de bi Kimmich ve skor guherand. Real Madrid-Bayern Munih 0-1

Piştî vê golê bi 8 deqîqeyan tîma Madridê bi fitbolîstê xwe yê golker Karim Benzema ve di deqîqeya 11an de beranberî bidest xist. Real Madrid-Bayern Munih 1-1

Herwiha têkpoşîna herdû tîman ji bo golê berdewam kir, nûnerê elman Bayern herçiqas li pêy golê bû jî di deqîqeya 46an de li hember dijberê xwe bi gola Benzema ve ket paş. Real Madrid-Bayern Munih 2-1

Muniha ku piştî gola duyem hêvîşikestî bû bi gola fitbolîstê Real Madridê yê berê James Rodrigues ve beranberî bidest xist. Rodrigues di deqîqeya 63an de rewş kir 2-2 û bo rowanşê hewla gola 3em dan.Real Madrid-Bayern Munih 2-2

Herwiha di pêşbirkê de ti golên din nehatin avêtin û bi vê skorê ve têkoşîn bidawî bû û Real Madrid bû fînalîstê ewil yê Lîga Şampiyonan.

 Ji aliyê din ve tîma duyem ya fînalîstê Lîga Şampiyonan piştî pêşbirka rowanşê ya Roma û Liverpoolê dê eşkere bibe. Fînala Lîga Şampiyonan di 26ê Gulanê li Stada Kiev ya Olimpiyatê dê bê lîstin.