image

PeyamaKurd- Di pêşbirka ewil a fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de du tîmên brîtanî Liverpool û Manchester City li stada Anfieldê hatin pêşberî hev: Liverpool 3-0 Manchester City.

Di pêşbirka ewil a fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City 3-0 têk bir û ji bo pêşbirka rowanşê avantajek mezin bidest xist. Di pêşbirka ku li stada Anfieldê hat lîstin de du tîmên brîtanî hatin hemberî hev.

Tîma mazûvan serdest dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeya 12an de bi gola Muhammed Salah, di deqîqeya 21an de bi Alex Oxlade-Chamberlain û di deqîqeya 31an de jî bi gola Sadio Mane ve nîva ewil 3-0 li pêş qedand.

​Fitbolîstê stêrk yê Liverpoolê Salah di deqîqeya 52an de di pozîsyonekê de seqet bû û şûna xwe ji Georginio Wijnaldum re hişt. Di têkoşîna nîva duyem de ti golên din nehatin avêtin û pêşbirk bi skora 3-0ê bi serdestiya Liverpoolê ve bidawî bû. Herwiha rowanşa pêşbirkê di 10ê Nîsanê de roja Sêşemê, li bajarê Manchesterê Stada Etihadê wê bê lîstin.