image

PeyamaKurd - Barcelona û Real Madrîd li Îspanyayê di Lîga Yekem a Fitbolê (La lîga) de derketin pêşberî hev, di hevrikiya ku wek “El Clasico” tê binavkirin de cara 238an derketin misabiqeyê. Barcelona bi 5-1 destkeftineke mezin bidestxist û Luiz Suarez bi 3 golan hattrick kir.

Li Îspanyayê di hefteya 10an a La Lîga de Barcelona di sehaya xwe de bi Real Madrîdê hatê pêşberî hev.

Barcelona di deqîqeya 11an de bi gola Coutinho 1-0 kete pêş.

Di deqîqeya 30 bi gola Luis Suarez ya ku ji penaltiyê avêt ferq derxistine 2ya: 2-0

Dewra ewil bi serdestiya Barcelonayê 2-0 bi dawî hat.

 Real Madrîdê di deqîqeya 50 de bi Marcelo ferq daxiste 1ê: 2-1

Luis Suarez di deqîqeya 75an de cardin ferq derxiste 2yan: 3-1  

Di deqîqeya 83an de Suarez gola xwe ya 3an avêt û  li hember Real Madrîdê hattrick kir! 4-1

Barcelona di deqiqeya 87an de bi gola Vidal  kire 5-1

Misabiqe bi serkeftina Barcelonayê 5-1 bi dawî hat

Barcelona bi vê encamê puanê xwe derxiste 21ê û pêşkêşiya xwe parast. Real Madrîd di 14 puanan de ma.