image

Peyamakurd - Tîmê futbolê yê Kurd DalKurd ku li Swêd gogê dibêzîne, di lîga yekê ya Allsvenskan a Swêd de bi rêza 15an û 22 pûanan ji lîga yekê ket lîga diduyan.

DalKurd a ku îsa performanseke baş nîşan nedaye, dîsa jî xelat wergirt.

Hat zanîn ku DalKurdê ji ber ku hîç karta sor wernegirtiye hêjayî ‘Xelata Centilmeniyê’ hatiye dîtin.

DalKurd di lîstikên heyama 2017-2018an a lîga Allsvenskan de, piştî maçên hefteya dawî bi rêza 15an ji lîga yekê ket.

Lê belê ji ber ku di maçan de ji DalKurdê hîç kartê sor nehatiye nîşandan xelat centilmeniyê wergirt.

Di merasîma xelatdayînê ya ku Serokê Tîma DalKurdê Adil Kizil amadehî kir de, herwiha ji bo piştgiriya tîma DalKurdê jî 50 hezar Kronê Swêd alîkarî hat dayîn.