image

PeyamaKurd -  Ji ber bidestxistina encamên nebaş di lîga nayabên Swêdê Allsvenskanê de, yaneya Dalkurdê tîma rahênerên xwe ji kar dûrxist.

Serokê yaneya Dalkurdê Ramazan Kizil ji Rûdawê re ragihand, ji ber encamên xirab ên vê werzê, rahênerê yaneyê Azrudîn Valentîç û alîkarê wî Emîr Azrefşan ji postên xwe hatine dûrxistin.

Li ser pirsa Rûdawê ya, “Emîr Azrefşan ji destpêka damezrandina yaneyê heta niha li gel Dalkurdê ye, çika hate dûrxistin?” Kizil got: “Li derveyî yarîgehê peywendiyên me yên li gel Emîr Azrefşan pir baş in. lê li gel tîmê pirsgirêkên wan hebûn lewma me dûrxist.”

Herwiha Emîr Azrefşan jî ev agahî piştrast kir û got: “Bi xemgîniyeke mezin ji yaneyê dûrdikevim. Yarîzan ji rewşa yaneyê pir nîgeran in.”

Dalkurdê heta niha di vê xulê de 10 yarî encam dane û tenê di yariyekê de serkeftiye û di yarîyekê de jî wekhev maye. Dalkurd di 8 yariyan de li hember rikberên xwe serkeneft.

Sibe Dalkurd li derveyî mala xwe dibe mêhvanê Malmö û yarî dê demjimêr 16:00 were lîstin.

Di vê yariyê de dê Adil Kizil bixwe bibe rahêner û Pêşrew Ezîz jî bibe alîkarê wî heta rahênerên nû werin destnîşankirin.