image

PeyamaKurd - Di çarçoveya yariyênb heftiya 11emîn a lîga nayabên Swêdê Allsvenskanê de yaneya Dalkurdê bû mêhvanê yaneya Malmoyê û herdu tîm bi golekê wekhev man.

Dalkurd piştî dûrxistina rahêner Azrudîn Valentîç û alîkarê wî Emîr Azrefşan di yekemîn yariya xwe de derkete pêşberî tîma bihêz a Swêdê Malmoyê.

Di xuleka 43yê de Ehmed Awad bi navê yaneya Dalkurdê golek tomar kir û tîma Kurd di beşa yekemîn de 1-0 serkeftî bû.

Di xuleka 55 a beşa duyemîn a yariyê de Carlos Strandberg bi navê Malmo golek tomar kir û yarî bi 1-1 biencam bû.          

Piştî van encaman Dalkurd bi 5 xalan di rêzbenda 15emîn de ma. Malmo jî bi 12 xalan di rêza 10emîn de cîh girt.

Yariyên xula Swêdê ji ber Kûpaya Cîhanê ya 2018ê dê heta meh û nîvekê rawestin.

Roja 7ê Tîrmehê dê Dalkurd di mala xwe de mazûvaniya      Br pojkarna bike.