image

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana ji bo cezaya astengkirina futbolîstê Amedsporê Deniz Nakî, ku ji aliyê Fedesrasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ve ji ber parvekirinên Deniz Nakî yên li ser medyaya civakî hatibû dayîn û ji bo cezayê pereyan û jêbirina 3 pûanên Amedsporê qebûl kir. Dadgehê ji Tirkiyeyê parêzname xwest.

Tîma Amedsporê ya ku di Lîga 2yem a Tirkiyeyê dilîze di lîstika 31ê Rêbendana 2016an de li sehaya Bursasporê bi encama 2-1 ew tîma Bursasporê têk biribû.

Piştî vê lîstikê Denîz Nakî bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî ji aliyê Lîjneya Tehkîmê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ve bi îdiya "propagandaya îdeolojîk kiriye û daxuyaniyên li dijî sportmentiyê dane" ji 12 lîstikan hatibû dûrxistin û 19 hezar 500 lîreyên Tirkî ceza lê hatibû birîn.

Lîjneya Tehkîmê li gel van cezayan ji bo lîstika Amedspor-Keçiorengucuyê bi îdiaya alîgirên Amedsporê dirûşmeyên îdeolojîk berz kirine 3 pûanên Amedsporê jê hatibû birin.

Ji ber ku li Tirkiyeyê rêya hiqûqê li ber biryarên Lîjneya Tehkîmê girtiye û rêyên hiqûqa navxweyî tune ne, parêzerên Amedsporê Soran Haldi Mizrak û Neşer Girasun bi hinceta ku Naki ji ber nêrînên hatiye sûcdarkirin û bi awayejî neheqî ceza li Amedsporê hatiye birîn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.

Parêzeran diyar kir ku cezaya li Deniz Naki hatiye birîn, cezayên keyfî ne û ji ber fikren wî ev ceza lê hatine birîn û got, "Ji ber ku Naki di derbarê mafên Kurdan de daxuyanî dane rastî cezayên giran hatiye" Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê piştî qebûlkirina serlêdana Amedsporê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku heta 1ê Adara 2018an parêznameya xwe bişîne.