image

PeyamaKurd - Real Madrid bi Chelseayê re li ser pevguhertina Courtios - Kovacic lihevkir û ev rêkeftin bi şêweyeke fermî hat ragihandin.

Chelseayê, li ser malpera xwe ya fermî rêkeftina bi Real Madridê re ku derbarê pevguhertina Courtios - Kovacic  eşkere kir.

Li gor daxuyaniya Chelseayê ku tê ragihandin ew an li ser transfera Thibaut Courtois bi tîma Spanî re bi awayekî fermî lihevkirin e.

Di nava hûrgiliyên peymanê de tê ragihandin ku di heyama pêşiya me de Mateo Kovacic dê bi demanî formayê Chelseayê li xwe bike.

Thibaut Courtois di heyama berê de bi formayê Chelseayê di 46 pêşbirkan de lîstibû û herwiha di Kûpaya Cîhanê FÎFA 2018an de jî kaleya Belçîkayê parastibû.