image

PeyamaKurd - Atleta ji bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê Derya Kunur li bajarokê Altinoavaya li baxçeyê mala xwe bi derfetên xwe parkûra bezê ya bi asteng çêkir û di parkûrê de ji bo Şampiyonaya Ciwanan a Cîhanî xwe amade dike.

Derya Kunur a 18 salî xwendekara Dibistana Bilind a Perwerdeya Werzîşê ya Zanîngeha Muş Alparslanê ye. Di tîrmehê bê de dê li Fînlandiyayê şampiyona were lidarxistin û Kunur jê xwe jê re amade dike.

Kunur nav hefteyê bi rahênerê xwe Ozkan Yurtaşê li Stada Mûşê û Deşta Mûşê xebata xwe didomîne, dawiya hefteyê jî li baxçeyê mala xwe ku aniye tê da bi kursî û darana asteng çêkiriye û lê dixebite. Atleta mûşî piştî ku antrenmanên xwe xelas dike alîkariyê dide malbata xwe û alif dide ajelan.

Werzişvana Kulûba Fenerbahçeyê Derya Kunur li Sirbistanê di Şamnpiyonaya Stêrkên Balkanan de li beşa 2000 metre parkûra biasteng de bibû duyemîn, li Bursayê di Şampiyonaya Atletîzmê ya Tukcellê da rekora Tirkiyê bi dest xist, li Çekyayê di Şampiyonaya Kulûbên Ewropayê de di beşa 3000 metre parkûra biasteng de bibû yekemîn, li Belarûsê di tûrnûvaya navneteweyî de bibû yekemîn. Hedefa Kunurê ew e ku di Şampiyonaya Ciwanan a Cîhabî ya 10-15ê tîrmehê de madalyona zêr qezenc bike.

Derya Kunurê daxuyanî got ku ew ji 12 saliya xwe heta niha werzîûê dike û mamosteyê wê yê perwerdeya werzîşê jê re bûye alîkar.

Kunur diyar kir ku wê di Şampiyonayên Ewropa û Balkanan da gelek serkeftin bi dest xistin û wiha dewam got: "Di sala 2016an de ez cara ewil ji bo tîma neteweyî hatim hilbijartin. Min li Sirbistanê alaya me bilind kir. Ez bi piştgiriya malbat û rahênerê xwe derketim vê rojê."

Kunur da zanîn ku ew dawiya hefteyê tê mala xwe û bi derfetên xwe li mala xwe jî werzîşê dike.